Putin û Esed dê li Moskowê bicivin

Tê çaverêkirin ku îro Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyê Beşar Esed li Moskowê bicivin.

15.03.2023, Çar - 12:32

Putin û Esed dê li Moskowê bicivin
Nuçe Belav bike

Kremlînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand “Di 15ê Adarê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive. Pirsên niha yên girêdayî zêdetir pêşxistina hevkariyên Rûsî-Sûrî di warên siyasî, bazirganî, aborî û mirovî de û hêviyên çareseriyeke berfireh a rewşa Sûriyê û derdora wê dê bên gotûbêjkirin.”

Armanca Putin lihevkirina Erdogan û Esed e

Pisporên Rûs ji Rûdawê re diyar kirin ku di hevdîtina her du serokan de dê mijara alîkariya ji bo Sûriyê ji ber erdhejê were rojevê. Lê belê tê ragihandin ku armanca Putin lihevkirina Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan e.

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.

Di hevdîtinê de tê çaverêkirin ku di derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de nêrînên xwe bên guftûgokirin û gavên ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bên gotûbêjkirin.

Lê belê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova diyar kir ku ew dê hûrgiliyên vê mijarê piştre ragihînin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:41:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x