Putîn û Kim Jong-un civiyan

Serokê Rûsyayê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hatin ba hev.

13.09.2023, Çar - 07:35

Putîn û Kim Jong-un civiyan
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putîn û Kîm li Baregeha Fezayê ya Vostonçniyê hatin civiyan.

Kîm spasiya Putîn kir ku wî ew vexwendiye Rûsyayê.

Putîn ragihand ku serdana Kim Jong-un a Koreya Bakur di dîrokeke gelekî girîng de çêbûye û got:

"Ez bi dîtina we gelekî kêfxweş im. Ev bûyerên girîng salvegera 75emîn a avabûna Komarê ye, salvegera 70yemîn ya Şerê Rizgariyê yê Mezin e, salvegera 75emîn ya avabûna têkiliyên dîplomatîk e."

Her du serok li baregehê geriyan û wan atolyeya montajê ya "Angara"yê ya ku roketan dişîne fezayê û dezgeha wesayîta fezayê "Soyuz-2"yê ziyaret kir.

Dema Putîn û Kim li baregehê lêkolîn dikir, Serokê Ajansa Fezayê ya Federal ya Rûsyayê (Roscosmos) Yuriy Borîsov û Rêvebirê Giştî yê Navenda Operasyona Binesaziyê ya Fezayê Nikolay Nesterçuk jî agahî dan.

Piştî hevdîtinê her du serok bi şandeyên xwe re civiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:51:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x