Rûsya ji bo QSDê Amerîka hişyar kir: Ger dûbare bibe em ê lêxin

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku ji herêmên ku di bin kontrola Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike ve 2 car gule bi leşkerên Artêşa Sûriyeyê ve hatine reşandin, eger êriş dubare bibin dê bersivê bidin.

21.09.2017, Per - 11:47

Rûsya ji bo QSDê Amerîka hişyar kir: Ger dûbare bibe em ê lêxin
Nuçe Belav bike

Konaşenkov diyar kir ku, "Ji Herêmên ku di bin kontrola QSDê û Amerîkayê ve 2 car êrişa leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatine kirin. Operasyonên me yên taybet li wan herêman bi Artêşa Sûriyeyê re dewam dikin. Ji ber vê yeke, me bi rêyên ragihandina taybet ji Amerîkayê daxwaza rawestandina êrişên hêzên QSDê kir."

Her wiha Konaşenkov destnîşankir: "Eger ji herêmên di bin kontrolên QSDê ve êriş dîsa pêk werin, dê ew herêm werin xistin. Çeperên leşkerên yên li wan herêman dê bi lezgîn werin xistin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x