Rûsya jibo Iraqê: Pirsgirêkên ligel Kurdistan ger bi diyalogê çareser bibe

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî seredana Rûsya kir û li gel heftayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê herdu wezîrên derve civînekê çapemeniyê lidarxistin.

23.10.2017, Pts - 11:08

Rûsya jibo Iraqê: Pirsgirêkên ligel Kurdistan ger bi diyalogê çareser bibe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku ew pişta xwe li kurdan nazivirin û eşkere kir, ku ew konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê nagrin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ku helwesta Rûsyayê ya li hember referandûma Herêma Kurdistanê nehatiye guhertin, Moskow rêzê ji daxwazên gelê Kurdistanê re digre.

Sergey Lavrov herwiha daxwaz kir, ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya guftugoyan û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan werin çareserkirin.

Derbarê paşeroja karên kompanyayên rûsî, bi taybetî Rosneft û Gazpromê yên li Kurdistanê jî Lavrov got: “Kompanyayên me dê karên xwe li Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê fireh bikin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî jî ragihand, ku welatên mezin ên cîhanê li gel yekparçeya axa Iraqê ne û bi tevê hemû hewldanên hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê giştpirsiya cûdabûnê encam daye.

Derbarê êrîşa ser Kerkûkê jî Ceferî got: “Hikûmet Iraqê neçar bû wê operasyonê bike da ku yasayan li wan navçeyan bi cî bike.”

Ceferî got: “Gelê Kurd li Kerkûkê pişwazî li hêzên Iraqê kir û bê derketina şer di 15 demjmêran de hemû tişt bi dawî bûn. Hikûmetê nexwast şerê kurdan bike lê tenê xwest yasa serwerbin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x