Rûsya li Rojavayê bi partiyên Kurd re civiya

Rûsyayê ji bo ku pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdan de li Sûriyeyê bi partiyên Kurdan re civîneke hevpar lidar xist. Rêveberê Partiya Demokratîka Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê Mistefa Henîfî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku wan li Baregeha Himeymîmê bi rayedarên Rûsî re hevdîtin pêk anîne.

04.01.2017, Çar - 15:28

Rûsya li Rojavayê bi partiyên Kurd re civiya
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Rûsya li Sûriyeyê ji bo çereserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdan de hevdîtinan pêk tîne. Rûsya ji bo li Sûriyeyê ji bo dawiyê li pirsgirêkên di navbera TEV-DEM, ENKS û partiyên din ên Kurd de bîne, dest bi hewldanan kir.

Rûsyayê di vê çarçoveyê de çend roj berê li bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê PYD jî di nav de, ligel partiyên Kurd civîneke hevpar lidar xist. Rêveberê Partiya Demokratîka Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê Mistefa Henîfî di derbarê civînê de ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku Rusya çend roj berê bi partiyên Kurd re hevdîtin pêk anî û wiha axivî:

"Rûsyayê ji bo bidawîkirina nelihevkirinên partiyên Kurd û yekbûna wan bi partiyên Kurd re civînek lidar xist. Rûsyayê em vexwend wê civînê. Em beşdarê wê civînê bûn. Civîn li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê hat lidarxistin. PYD û partiyên nêzîkî PYDê jî beşdarî wê civînê bûn. Generalekî Rûsî û 2 rayedarên Rûsî beşdarî civînê bûn. Rûsyayê ji bo civînê bangî 24 partiyên Kurd kirin lê partiyên girêdayî ENKSê tevlî civînê nebûn."

Henîfî wisa berdewam kir: "Ji me jî kêm kes beşdarî civînê bû. Hinek partiyên Kurd ên din çûn hevdîtinên ku piştî me hatin lidarxistin. Wan jî bi rayedarên Rûsî re civîn lidarxistin. Ji vir û şûnde jî hevdîtin wê berdewam bikin. Em dixwazin bi hemû partiyan re civîn were lidarxistin. Ne em, ne TEV-DEM ne jî ENKS bi tena serê xwe nûnertiya Kurdan nakin. Divê hemû partiyên Kurd yek bin û bi hevdu re bin."

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDK-S) û Rêveberê ENKSê Muslim Mihemed jî diyar kir ku Rûsyayê ew vexwendiye civînê û got: "Demeke berê Rûsyayê ji bo bidawîkirina pirsgirêkên di navbera partiyên Kurd de û ji bo ku bi awayekî hevpar tevbigerin, bi partiyên Kurd re civînek lidar xist. PYD û partiyên girêdayî PYDê beşdarî wê civînê bûn. Wek ENKSê, em jî hatin vexwendin wê civîna li Baregeha Hmeymîmê lê 7 partiyên girêdayî ENKSê hene û ji wan tu yek jî beşdarî civînê nebû."

Mihemed anî ziman ku ew ji ber 3 sedeman beşdarî civînê nebûne û wiha berdewam kir: "Em ji ber 3 sedeman beşdarî civînê nebûn. Civîn ji bo ku li herêma di destê rejîmê de bû, em beşdar nebûn. Ger ku Rûsya dixwaze bi me re hevdîtinê bike, divê civîn li Rûsyayê buya. Me got ger ku li Rûsyayê ne pêkan e, bila civîn li Qamişloyê be. Hevdîtina li Lazkiyeyê di warê siyasî de ji bo me tê wateya qelsiyê."

Muslim Mihemed di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Me ji Rûsyayê re peyamek şand û me jê re got, em amade ne ku bi Rûsyayê re diyalogê deynin. Me got em ji hevdîtnan re vekirîne. Me ji wan re ragihand ku em bi çavekî dijminahî li Rûsyayê nanêrin. Rûsya hêzeke mezin û bi bandor e. Xwedî biyar e."

Mihemed xwest ku partiyên Kurd bibin yek û bangewaziya Rûsyayê kir ku partiyên Kurd û Esad bînin ba hevdu.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:20:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x