Rûsya: Serokên DAIŞê û HSDê li hev kir

Fermandarê Yekîneya Rûsî ya li Sûriyeyê Sergey Surovîkîn ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi serokên DAIŞê re li hev kirine. Li gorî li hev kirine rêxistin ji herêmên ku di bin kontrola wan de ne, dê bê şer vekişin.

09.06.2017, Cum - 17:23

Rûsya: Serokên DAIŞê û HSDê li hev kir
Nuçe Belav bike

Surovîkîn got: "Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê û HSDê li şûna tunekirina terorîstên ku bûne sedema kuştina bi hezaran gelê sûrî, bi serokên DAIŞê re li hev dikin. Serokên DAIŞê di çerçoveya peymanê de ji herêmên ku kontrol dikin vedikişin û derbasî herêmên ku hêzên rejima Sûriyeyê bi çalakin, dibin."

Surovîkîn wiha pê de çû: "Amerîka di bin banê têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê, dixwaze pêşketina Artêşa Sûriyeyê asteng bike."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x