Rûsya: Em amade ne mêvandariya danûstandinên Esed û Erdogan bikin

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov amadebûna Rûsyayê ji bo navbênkariya di navbera Sûriye û Tirkiyê de û ji bo mêvandariya danûstandinên di navbera serkirdeyên her du welatan de nîşan da.

06.12.2022, Sal - 07:54

Rûsya: Em amade ne mêvandariya danûstandinên Esed û Erdogan bikin
Nuçe Belav bike

Bogdanov ji kenala “RT” re got: “Em di wê baweriyê de ne, ji bo lidarxistina civînên bi vî rengî, pêwîstî bi nêzîkbûneke cidî û zelal heye, ji bo encamên erênî bi dest bixe ku ji bo Sûriye, Tirkiye û tevahiya herêmê giring e.”

Her wiha got: “Em pêşwaziyê li vê pêngavê dikin û em her dem amade ne ku bersiva dostên xwe yên Sûrî û hevkarên xwe Tirk bidin. Eger ew dibînin ku sûde ji navbeynkariya me yan jî pêwîstî bi dabînkirina platformek Rûsî ji bo lidarxistina civînên bi vî rengî heye, em her dem amade ne.”

Bogdanov tekez kir ku lidarxistina civîneke wiha girêdayî îradeya siyasî ya serkirdayetiya her du welatan e.

Rûsyayê demek e hewl dida ku di nava Tirkiye û Sûriyê de rûpelekî nû vebe û serokdewletên her du welatan hevdîtinê pêk bînin.

Di dama dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, “Ti pirsgirêka me bi têkbirina Esed re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin.”

Lê li gorî nûçeyeke ajansa “Reuters” ku 3 çavkaniyên cuda wergirtiye, Beşar Esed nexwestiye di vê serdema hilbijartinê de, destê Erdogan xurt bike loma jî daxwaza hevdîtina bi wî re red kiriye.

Rayadarên Sûrî jî dibêjin, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wan amade ye pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê hin mercên wan hene, wek derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û dawî li piştgiriya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x