Rûsya: Em ligel beşdariya Kurdan di çareseriya siyasî ya Sûriyê de ne

Nûnerê taybet ji bo Sûriye yê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev destnîşankir ku, Rûsya ligel beşdariya Kurdan di çareseriya siyasî ya Sûriye de ne.

30.11.2018, Cum - 12:03

Rûsya: Em ligel beşdariya Kurdan di çareseriya siyasî ya Sûriyê de ne
Nuçe Belav bike

Ligor nûçeya Sputnik Aleksandr Lavrentyev piştî Civîna Astana konferansek rojnamevanî lidar xist û diyarkir ku, Kurd ji sedî 9-10 ên hevwelatiyên Sûriyê ne û mafê wan heye di çareseriya siyasî de beşdar bibin. Herweha anî ziman: “Kurd ên di herêmên di bin kontrola Amerikayê de, hîn jî beşdariya proseya çareseriya sîyasî nebûn e”.

Lavrentyev got ku, welatên garantîkar ên Astana – Tirkiye, Îran û Rûsya ne lidij beşdariya Kurdan di proseya çareseriya siyasî ya Sûriyê de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1025 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x