Rûsyayê beşdarbûna xwe di peymana genimê de rawestand

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro Şemiyê ragihand, Mosko beşdariya xwe di rêkeftina hinartina berhemên çandiniyê ji benderên Ukraynayê de rawestand.

29.10.2022, Cts - 17:49

Rûsyayê beşdarbûna xwe di peymana genimê de rawestand
Nuçe Belav bike

Rûsyayê beşdarbûna xwe di peymana hinartina genim a ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve tê piştgirîkirin, rawestand.

Ev pêngava Rûsyayê piştî wê tê, keştiyên Rûsyayê ji aliyê dronan ve li kendava Sevastopol a Kirimê hatin armanckirin, ew keştî jî beşek ji peymana hinardekirina genim a Ukraynayê ne.

Ji aliyekî din ve, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hejmara xwe ya “Telegram” ragihand, Rûsya derbarê zincîre êrîşên li Deryaya Spî û Baltîkê de, dixwaze civaka navdewletî bi rêya Encûmena Asayişa Navdewletî, agahdar bike.

Her wiha Zaxarova got: “Brîtanya li pişt van êrîşan e.”

Di 22ê Tîrmeha 2022an de bi çavdêriya Netewên Yekbgirtî û bi beşdariya Tirkiyê, rêkeftina hinardekirina genimê Ukraynayê, di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x