Rûsyayê bi mûşek û dronan êrişî Ukraynayê kir

Hêzên Rûsyayê bi dron û mûşekan êrişî bajarê Odessayê yê Ukraynayê kir.

19.07.2023, Çar - 08:12

Rûsyayê bi mûşek û dronan êrişî Ukraynayê kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Operasyonan a Başûrê Ukraynayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragandin ku artêşa Rûsyayê duh bi şev li dijî herêmên başûrê Ukraynayê êrîşên bi mûşek û dronan pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji aliyê Behra Reş ve 6 mûşekên Kalibr ber bi Odessa ve hatine avêtin û tevahiya mûşekan ji aliyê hêzên berevaniyê ve hatine jinavbirin û herwiha 21 dron jî li herêma Odessayê xistine xwarê.

Li gor daxuyaniyê ji ber pêla teqînê û belavbûna parçeyên mûşekan, di encama ketina mûşekan de, binesaziya benderê û gelek xaniyan ziyan dîtine û kesek jî birîndar bûye.

Rûsya: 28 dron hatin jinavbirin

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê jî ragihandin ku Ukraynayê bi şev bi 28 dronan li dijî hedefên li Nîvgirava Kirimê hewl da "êrîşa terorê" bike, lê ew êriş hatine pûçkirin.

Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê diyar dike ku pergala parastina asmanî ya wî welatî 17 dron beriya ku bigihêjin hedefên xwe ji nav birine û 11 ji wan bi amûrên şerê elektronîk asteng kirine.

Li gor Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê di encama wan êrişan de ti ziyanên canî û madî nebûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x