Stratejîstê Pûtîn: Divê em rêzê ji Kurdan re bigrin

Li Rojhilata Navîn Kurd êdî faktor û stûnek in, xwedî hêz û xwedî gotin in. Herkes gihaye wê bawerîyê ku bêyî Kurdan kes nikare bi tena serê xwe pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Ji xwe heta pirsa Kurd û welatê Kurdistanê neyê çareserkirin, çareserkirina pirsgirêkên herêmê û aramîya wê jî dûrî aqilan e.

04.06.2017, Paz - 11:53

Stratejîstê Pûtîn: Divê em rêzê ji Kurdan re bigrin
Nuçe Belav bike

Stratejîstê Vladîmîr Pûtîn Alexandr Dugîn, di derbarê Kurdan û rewşa herêmê de bersiva pirsên rojnameya Tirkî Star da. Rojnameya Star nêzîkî AKP û Erdogan e û wek rojnameya wan tê zanîn.

Alexandr Dugîn, ji rojnameya Star re got: „Dixwazin Kurdan manîpule bikin û bi vê rêyê Sûriye, Tirkiye û Îranê parçe bikin. Lê di heman demê de divê em Kurdan netirsînin. Divê em rêzê ji wan re bigrin û wan beşdarî nav projeya Awrasyayê bikin. Heke dewleta Kurdî ava bibe, divê em wê bi destê Amerîkayê ve bernedin“.

Stratejîstê Vladîmîr Pûtîn Alexandr Dugîn, di axavatina xwe de bal kişand ser helwesta Amerîka û Îsraîlê jî. Li gor Dugîn, hêzên Amerîka û Îsraîlê dixwazin Kurdan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin û û bi vî awayî dixwazin herêmê têkilhev bikin, Sûriye, Tirkiye û Îranê parçe bikin.

Stratejîstê Rûs Alexandr Dugîn dibêje: „Divê em bandora Amerîka ya li herêmê bişkînin. Divê Kurd li hêl û kêleka me bin. Meselen Barznî ne li dijî Tirkiyê ye. Ji bo enqerê pirsgirêk PYD û PKK ne. Bi taybet Amerîka vê demê giranîya xwe daye ser PYD û li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) 6 baregehên leşgerî ava kirine“.

Li gor Alexandr Dugîn, dewletên herêmê bêyî ku Kurdan bitirsînin û wan çavtirsandî bikin, divê çareserîyek maqûl ji faktora Kurd re bibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x