Tîllerson: Bersiv tê amadekirin

Amerîka, amadekarî dike ku bersiva biryara sepandinên Rûsyayê bide.

07.08.2017, Pts - 11:04

Tîllerson: Bersiv tê amadekirin
Nuçe Belav bike

Nîqaşa \'şerrê serma\' di navbera Rûsya Amerîka\'yê de bitevahî grmahiya xwe devam dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li hember kêmkirina karmendên Amerîkayê yên li Rûsyayê daxuyaniyek da û di axaftina xwe de ragihand û got em ê bersivê bidin Rûsyayê. Kremlînê hejmara xebatkarên nûneriyên Amerîkayê li Rûsyayê 755 kes kêm kiribû.

Li gorî nûçeya ajansa APê Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson hetanî 1ê Îlonê dê biryara bersiva kêmkirina xebatkarên dîplomatîk ên Rûsyayê ku 755 kes kêm kiribû bidin.

Tillerson û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî li paytextê Filipînê li Manilayê di çarçoveya lûtkeya ASEANê de hevdîtinek pêk anî bûn. Piştî hevdîtinê Rex Tillerson di axaftina xwe de gotibû: \"Min hinek pirsên ku werin bersivandin ên derbarê biryara kêmkirina dîplomatên amerîkî jî kirin.\"

Piştî ku Kongreya Amerîkayê bi îdîaya ku Rûsyayê mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kiriye wek bertek biryara hin pêkanînan li dijî Rûsyayê derxistibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x