Li Şingalê 3 gorên din ên bikom hatin dîtin

Rêveberiya Nihiya Girûzêr ya devera Şingalê ragehand ku, li komelgeha Sîba Şêxidrî 3 gorên bi kom hatine dîtin û termê gelek kesan tê de hebûn.

02.06.2017, Cum - 08:07

Li Şingalê 3 gorên din ên bikom hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Nihiya Girûzêr ya devera Şingalê Xidir Reşo ji BasNewsê re ragehand ku, heta niha hejmara termê di wan her 3 gorên ku, li komelgeha Sîba Şêxidrî hatine dîtin de nehatiye zanîn, lê tê pêşbînîkirin ku, hemû Kurdên Êzdî bin, diyarkir ku, ew dixwazin ew gor werin parastin û ew gor heta lîcneyek taybet newe dive neyên vekirin.

Herwiha Rêveberiya Nihiya Girûzêr ya devera Şingalê Xidir Reşo ew yeke jî da zanîn ku, heta niha 3400 Kurdên Êzdî bêserûşûnin, dibe ku, çendîn gorên din jî werin dîtin, dive ew gor werin parastin, lê mixabin Heşda Şebî em rastî astengiyan kirine û metirsiya ne parastina wan gora heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:41:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x