Vîyan Dexîl: Em ê ji bo parzêgehbûna Şîngalê îmzayan kom bikin

Divê îdarakirina Şingalê bikeve destê xelkê Şingalê

22.12.2016, Per - 18:18

Vîyan Dexîl: Em ê ji bo parzêgehbûna Şîngalê îmzayan kom bikin
Parlementera êzîdî Vîyan Dexîl
Nuçe Belav bike

Parlementera êzîdî di encûmena nûnerên Iraqê de aşkere kir ku Şingal wek berî sala 2003 namîne û piştî bidawîbûna şerê DAIŞê vê di parlemana Iraqê de ji bo bi parêzgehbûna Şingalê îmzayan kom bikin û kar bikin ku Şigal bi destên Şingaliyan bête îdarekirin.

Nûnera êzîdî, Viyan Dexîl ji bo BasNewsê ragihan ku parlemana Iraqê berî niha projeyasayek ji bo ku Şingal û deverê din wek salên berî 2003 bimînine, kiribû û ev yek jî li aliyê serokomarê Iraqê jî hatibû pejirandin lê belê bi keyfa kesê nîne ku Şingalê bibene berî sala 2003 yê û emê ji îmzayan ji bo parêzgehbûna Şingalê kom bikin û di parlemana Iraqê de jî ser vê mijarê kar bikin.

Wê berpisê diyar kir ku em dixwazên dadgeheke dadperwer hebe ji bo cezadana kesên ku destên wan di tawanên Şingalê de heye û dest bi awadankirina Şingalê bikin û divê parastan bikeve ser milê pêşmergan û îdara kirina Şîngalê bikeve destê xelkê Şîngalê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x