Amedsporê bersiv da alîgirên tîma Bursayê: Terorîst bavê we ye

Tîma Amedsporê, berî lîstika xwe ya bi tîma bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê Înegolsporê re careke din rûbirûyî gef û heqaretên nijadperestan dibe.

24.11.2023, Cum - 13:06

Amedsporê bersiv da alîgirên tîma Bursayê: Terorîst bavê we ye
Nuçe Belav bike

Grûpeke alîgirên Înegolsporê, Amedspor bi “piştevaniya terorê” tohmetbar kir lê Amedspor bê bersiv nema û got “Terorîst bavê we ye.”

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor sibe demjimêr 14:00an li Bursayê bi tîma futbolê ya wî bajarî Înegolsporê dilîze.

Serokê tîma Înegolsporê Osman Sevîm roja pêncşemê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî bangî alîgirên tîma xwe kir.

Osman Sevîm ji alîgirên xwe xwest ku roja lîstikê bên lîstikgehê û bi “eqlekî selîm” û di keşûhewayeke aram de piştevaniya tîma xwe bikin.

"Ti dijminatiyek di navbera me û Amedsporê de nîne"

Sevîm got: “Ti dijminatiyek di navbera me û Amedsporê de nîne.

Amedspor dostê me ye û divê em dostaniyêê bi dostên xwe re bikin û ya ku li me tê ev e.”

Piştî belavkirina vê peyamê êvara heman rojê endamên grûpeke alîgirên Înegolsporê ya bi navê “Ultra Înegol” derketin kolanê û wan bertek da daxuyaniya Osman Sevîm.

Daxuyaniya nijadperest

Grûpa “Ultra Înegol”ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Yên ku fîtîkan ji bo sirûda niştîmanî lê didin, pêwendiya wan bi rêxistina terorê heye, sloganên Apo dibêjin û alên terorê dihejînin, ne dostên me ne û nikarin bibin dostên me.

Ev daxuyaniya ku hatiye dayîn bi alîgir û tîma Înegelsporê re nê pêwendîdar e û tenê daxuyaniyeke şexsî ye.

Giraniya wê kursiya ku hûn li ser in bizanin. Ev der Înegol e û ji xwe re biaqil bin.”

“Terorîst bavê we ye”

Tîma Amedsporê jî piştî vê daxuyaniyê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bersiv da wê grûba alîgirên Înegolsporê û got: “Terorîst bavê we ye.”

Nijadperestiya li hemberî Amedsporê

Amedspor heta niha bi 31 puanan di lîga xwe de tîma yekem e û îsal qet têk neçûye.

Armanca Amedsporê ew e ku textê xwe yê pêşengiya lîgê ji dest nede û bi 3 pûanan ji Bursayê vegere mala xwe.

17 pûanên hevrika wê Înegolsporê hene hene û ew di rêza 10emîn a lîgê ye.

Amedspor ku piraniya lîstikvanên wê Kurd in çend sal in di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re de rûbirûyî êrişa alîgirên nijadperest ên wan tîman dibe.

Gulana îsal qedexeya temaşekirina alîgiran ji ser Amedsporê hat rakirin.

Bi hincetên cuda 7 sal in rê nayê dayîn ku alîgirên Amedsporê temaşeyî lîstikên Amedsporê yên li deplasmanê bikin.

Tevî ku qedexeya temaşevanan ji ser Amedsporê hatiye rakirin jî ji ber sedemên zext û guvaşên alîgirên tîma beramber, heta niha jî lîstikvan û alîgirên Amedsporê rûbirûyî astengî, gef û êrişên nijadperestan dibin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:19:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x