Amedspor: Piştî 7 salan qedexeya beşdariya alîgirên me ya lîstikan hat rakirin

Amedsporê ragihand ku qedexeya beşdariya alîgirên wê di lîstikên bajarên din (deplasman) de piştî 7 salan hatiye rakirin.

19.05.2023, Cum - 06:28

Amedspor: Piştî 7 salan qedexeya beşdariya alîgirên me ya lîstikan hat rakirin
Nuçe Belav bike

Tîma Futbolê ya Amedsporê îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya beşdarbûna alîgirên wê li lîstikên deplasmanê piştî 7 salan hatiye rakirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ji bo lîstika me ya Menemen F.K ku em dê li Izmirê demjimêr 15:00an bilîzin qedexeya beşdarbûna alîgirên me nîne. Bilêtên tîma mêvan roja lîstikê dê bên firotin. Bihayê bilêtê wek 40 lîreyê Tirkî hatiye diyarkirin.”

Amedspor niha bidestxistiye ku di Lîga 2emîn ya Spî di nav grupê beşdarî lîstikên Play-Off de be û 7 sal in alîgirên wê nikaribûn beşdarî lîstikên deplasmanê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x