Amedspor û Vansporê ji bo mexdûrên erdhejê lîstin

Tîmên Amedspor û Vansporê, îro 19ê Sibata 2023ê bi armanca dahata wê ji mexdûrên erdhejê re be “lîstikeke dostaniyê” ya futbolê saz kirin.

20.02.2023, Pts - 05:41

Amedspor û Vansporê ji bo mexdûrên erdhejê lîstin
Nuçe Belav bike

Tîmên Amedspor û Vansporê yên di Lîga 2emîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) de dilîzin, li Wanê bi armanca dahata wê ji mexdûrên erdhejê re be, bi hev re lîstin. Her du tîm bi pankarta “Em ê birîna bi hev re bipêçin” derketin qada lîstikê.

Alîgirên temaşeyî lîstikê dikirin, dema demjimêra lîstikê bû 04:17, şal û kumê xwe bi armanca piştevaniyê avêtin qada lîstikê.

Lîstika ku li Stadyûma Bajêr a Ataturk a Wanê hat lîstin 4-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû. Hemû dahatên lîstikê weke bîlet, reklam û sosyal medyayê dê bo mexdûrên erdhejê bêne bexşandin.

Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim, berî destpêkirina lîstikê ragihand: “Me ji bo kêmkirin û jibîrkirina êşa welat û piştevaniya mexdûrên erdhejê lîstik saz kir.”

Serokê Vansporê Feyat Kiyak jî got: “Hemû dahata ku ji lîstikê bê, dê bo mexdûrên erdhejê bê bexşandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x