Arjantîn bû şampiyonê cîhanê

Tîma Arjantînê di fînala kûpaya cîhanî ya 2022an de, di penaltiyan de tîma Fransayê têk bir û bû şampiyonê cîhanê.

19.12.2022, Pts - 07:32

Arjantîn bû şampiyonê cîhanê
Nuçe Belav bike

Di Fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA 2022yê de îşev herdu tîmên Arjantîn û Fransayê li Lusailê hatin hemberî hev.

Di xuleka 21ê de lîstikvanê Arjantînê Messî bi penaltiyê golek avêt. Di xuleka 36mîn de vê carê Di Maria golek din li ser navê Arjantînê golek tomar kir û tîma xwe 2-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê bi vê encamê bidawî bû.

Di destpêka nîva duyem de tîma Fransayê serdestiya xwe nîşan da û di xuleka 79mîn de bi gola Mbappe û di xuleka 81mîn de jî dîsa bi gola Mbappe emcan kir weke hev.

Lîstik di heyama asasyî de bi encama 2-2 bi dawî bû.

Di beşa dirêjkirî de jî tîma Arjantînê di xuleka 109emîn de bi gola Messî derket pêş. Di xuleka 116mîn de hakem penaltî da Fransayê Mbappe hem gola xwe û gola tîma xwe ya sêyemîn avêt û encam dîsa kir weke hev.

Beşa dirêjkirinê bi encama 3-3 qediya, di penaltiyan de Arjantînê ji Fransayê bir û bû şampiyon.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x