Ciwanekî ji Hesekê bû lîstikvanê Dalkurdê

Ciwanekî Kurd ê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi tîma futbolê ya Kurdên li Swêdê Dalkurd re girêbst îmze kir.

09.01.2023, Pts - 05:29

Ciwanekî ji Hesekê bû lîstikvanê Dalkurdê
Nuçe Belav bike

Rînwar Osman ciwanekî ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2005an ve li Swêdê dimîne, ji zaroktiya xwe ve bi fotbulê dilîze, wî li Swêdê jî bi gelek taxman re lîstiye.

Rînwar Osman girêbesta xwe ya bi tîma Forssa BK bi dawî kir û bi tîma Dalkurd re girêbsteke nû îmze kir.

Lîstikvanê ji Hesekê di sala 2003 de ji dayîk bûye, niha 20 salî ye, lê dema ku 12 salî bû, bi taximê bajarekî Swêdê li dijî taximê kurdan Dalkurdê lîst, piştre jî bi hejmareke taximên din re jî lîst.

Lîstikvanê Dalkurdê Rînwar Osman ji bajarê Sandviken yê Swêdê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku wî sala 2012an dest bi futbulê kiriye.

Rînwar Osman diyar kir ku ew kêfxweş e weke Kurdekî tevlî Dalkurdê bûye û got: “Ez dixwazim sal bi sal pêşbikevin û bi tîmenên mezin re bilîzim. Niha Dalkurdê nîvê van tiştan weke derfet daye min.”

Rînwar Osman Bavê da zanîn ku bavê wî alîkariya wî kiriye ku heta ew gihişte Dalkurdê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:38:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x