Di lîstika futbolê de, Ereban dijûn ji bo Pêşmerge û Kurdistanê dan

Piştî ku di lîstika topa pê di navbera yaneyên Hewlêrê û Necefê de sivikatî bi kurdistan û pêşmerge hatekirin endama encûmena nûnerên Iraqê radgehîne ku:”Gotinên ku alîgirên yaneya(Tîma) Necefê li hemer Kurdan û Pêşmergan kirine rastiya kolanên Iraqê nîşan dide.”

18.12.2016, Paz - 11:31

Di lîstika futbolê de, Ereban dijûn ji bo Pêşmerge û Kurdistanê dan
Nuçe Belav bike

Endama encûmena nûnerên Iraqê li ser firakasiyon PDK(Partiya Derokrata Kurdistan) ji bo BasNewsê ragihand ku:”Sivikatiya ku di stadiuma Necefê de li hember Kurdistanê û Pêşmerge hatiye kirin dûr li ruhê werzişiyê û di çarçoveya pêkvejiyanê de nîne lê belê rastiya kolanên Iraqê ya nihaye.”

Wê berpirsê got ku:”Hêzên siyasî nakokoyên siyasî xistine nav xelkê de ji bo vê yekê li gor min parlementer jî, li wan xelkane baştir nînin ew parlementerane bixwe jî rêz ji pêşmergan negirtine.”

Wê parlementerê Berdewamî da gotinên xwe û got ku:”Pêwîste ku hêzên Kurd di Bexdayê de tenê pêşta xwe bi xwe girê bidin û di nav Kurdistanê de arîşeyan çareser bikin ji ber ku ew kirdeyên kolanên Iraqê peyameke biçûke li wan hezar peyamên ku rojane ji bo Kurdistanê û pêşmerge didin.”

Duh êvarê di lîstika topa pê de di navber herdu yaneyên Hewlêr û Necefê de alîgirên tîma Necefê gotinên nebaş û dijûn dane Kurdistanê û hêzên Pêşmergan, ji ber vê yekê herdu yaneyên Hewlêrê û Zaxoyê xwe ji çalakiyên werzişî yên Iraqê vekêşan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2035 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:53:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x