FIFA, kurdek wek rojnamevanê profesyonel hilbijart

Yekîneya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) rojnamevanekî kurd yê Îranê wekî rojnamevanê werzîşê yê profesyonel hilbijart.

14.09.2017, Per - 09:32

FIFA, kurdek wek rojnamevanê profesyonel hilbijart
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Sputnik ku nûçeyê dispêre Ajansa Mehrê Çiya Fuad, rojnamevanê kurd yê ji parêzgeha Sine ya Eyaleta Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve wekî rojnamevanê werzîşê yê profesyonel hat hilbijartin.

Hat diyarkirin ku rojnamevanê kurd ligel Carlos Queiroz, Rahênerê Tîma Futbola Neteweyî ya Îranê û Eşkan Dijage, kaptanê Tîma Futbola Neteweyî ya Îranê dê li Londonê beşdarî rêûresma hilbijartinên baştirîn ên futbolê ya sala 2017an bibe.

Hêjayî gotinê ye ku FIFA her sal di her warê futbolê de li tevahiya cîhanê hin kesayetiyan hildibijêre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1602 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x