Isaac Tutumlu bi nav û alaya Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist

Isaac Tutumluyê şofêrê Kurd-Spanî yê Tîma Kurdistan Racingê li Almanyayê beşdarî pêşbirkekê bû û serkeftineke mezin bi dest xist.

01.08.2023, Sal - 17:01

Isaac Tutumlu bi nav û alaya Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist
Nuçe Belav bike

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de bû sêyemîn.

Ev, piştî serkeftina wî ya sala 2019an cara yekem e ku Tîma Kurdistan Racingê serkeftineke din a bi vî rengî bi dest dixe.

Isaac Tutumlu li ser serkeftina tîma xwe ji Rûdawê re got, “Em gelekî kêfxweş in û ji niha ve xwe ji bo tûrnûvaya Barcelonayê amade dikin.”

“Otomobîla min di ajotinê de pir baş û bilez bû”

Isaac Tutumluyê şofêrê Kurd, li ser serkeftin û rewşa xwe otomobîla xwe ya ku pê beşdarî pêşbirkê bû anî ziman:

“Me di pêşbirka GT World Challengeyê de serkeftineke din bi dest xist, pêşbirkeke balkêş bû, Ferrari û Renaldi pir bilez bûn.

Otomobîla min di ajotinê de pir baş û bilez bû, di dawiyê de me karî serkeftineke din ji bo Tîma Kurdistan Racingê bi dest bixin.”

Isaac Tutumlu kî ye?

Isaac Tutumlu bi navê xwe yê temam Isaac Tutumlu Lopez 5ê Tîrmeha 1985an li bajarê Barcelona yê Spanyayê ji dayik bûye.

Bavê wî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dayika wî jî Spanyayê ye. Isaac Tutumlu şofêrê pêşbirkan e.

Isaac Tutumlu kurê Bayram Tutumluyê yekem menajerê bi lîsansa FIFAyê yê Tirkiyeyê ye ku di futbolê de gelekî bi nav û deng e.

Isaac Tutumluyê ku di 21 saliya xwe de dest bi beşdariya pêşbirkan kir, di pêşbirkên navneteweyî de bi awayekî baş nûnertiya Kurd û Kurdistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x