Li Almanyayê boksorê Kurd rikeberê xwe yê Tirk têkbir û bû şampiyon

Boksorê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê di pêşbirkeke boksê de li Almanyayê rikeberê xwe yê Tirk şikest da û di wezna 70 kîlogramî de bû şampiyon.

02.01.2023, Pts - 06:36

Li Almanyayê boksorê Kurd rikeberê xwe yê Tirk têkbir û bû şampiyon
Nuçe Belav bike

Ew pêşbirka werzişî li Almanya bajarê Dusseldorfê hat kirin û boksorê Kurd Elî Kafî Cankurd di wezna 70 Kîlogramî de beşdarî lîstikê bû.

Elî Kafî Cankurd hevrikê xwe yê Tirk Fatih Altun avête erdê û ew şikest da û di wezna xwe de bû şampiyon.

Di demekê de ku boksorê Tirk, Ala Tirkiyê hilgirtibû, wî boksorê Kurd piştî serkeftinê, Ala Kurdistanê bilind kir.

Elî Kafî Cankurd, ciwanekî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2012an ve li Almanyayê dijî.

Elî Kafî Cankurd îşev şeva Yekşemê 1ê Çileya 2023an beşdarî Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û derbarê serkeftina xwe û bilindkirina Ala Kurdistanê di pêşbirka boksê ya li Almanyayê de axivî.

Elî Kafî Cankurd diyar kir ku heşt sal e ew mijûlî werzişa boksê ye û got, ji bo ku tevli wê pêşbirka boksê bibe, wî wezna xwe ji 78 kîlograman daxistiye 70 kîlogramî.

Cankurd got, "di 10ê Cotmeha îsal de dema ez ji Kurdistanê vegeriyam Almanyayê, min ji manacerê xwe re got ku ez dikarim tevli lîstikê bibim û min rojane rahênan dikir, û di nava 3-4 heftiyan de min wezna xwe bi qasî 8 kîlograman anî xwarê."

Wî werzişanê Kurd amaje bi wê yekê kir ku gelek metirsiyên werzişa boksê hene û got, "min çend cihên destê xwe û lingê xwe emeliyat kirine."

Ji bo plana xwe ya paşerojê jî, Elî Kafî Cankurd ji Rûdawê re ragihand, ji bo sala 2023 ew dê li Almanyayê girêbestekê îmze bike daku her du mehan carekê bilîze, lê di paşerojê de ew dixwaze biçe Amerîkayê û di pêşbirkên mezin ên boksê de li ser navê Kurd û Kurdistanê beşdar bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:06:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x