Li nav Fenerbahçeyê nîqaşa Kurd û Kurdistanê!

Piştî maça Portugal û Tirkiyeyê di nav hinek endamên tîma futbolê ya Fanerbahçeyê de li ser “Kurd û Kurdistanê” nîqaş heye.

25.06.2024, Sal - 10:18

Li nav Fenerbahçeyê nîqaşa Kurd û Kurdistanê!
Nuçe Belav bike

Portugal û Tirkiye 22yê Hezîranê di çarçoveya maçên EURO 2024ê de hatin pêşberî hev û Portugal 3-0 bi ser ket.

“Bijî Portekîz”

Parlamenterê berê yê HDPyê  Ferhat Encu piştî maçê li ser hesabê xwe yê Xê “Bijî Portekîz (Portugal)” nivîsî.

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce piştî vê yekê li ser hesabê xwe yê Xê heqaret li Ferhat Encu kirin.

“Were Kurdistanê”

Karsazê Kurd û Endamê Kongreya Fenerbahçeyê Arda Îlaldi li Ferthat Encu xwedî derket û ji Muharrem Înce re got, “Em li hêviya te ne, were Kurdistanê.”

Endamê Kongreya Fenerbahçeyê Hakan Hanoglu li ser van gotinên wî yên ku behsa Kurdistanê kiriye bertek nîşanî Arda Îlaldi da.

Hakan Hanoglu li ser hesabê xwe yê Xê got, “Tu dê careke din çav li kongreya Fenerbahçeyê nekî” û giliyê wî kir da ku ji Fenerbahçeyê were îxrackirin.

“Ti saziya ku Kurd tê de nebin nikare xwe li ser pêyan bigire”

Piştî vê yekê Karsaz û Endamê Kongreya Fenerbahçeyê Sabir Toktaş bertek nîşanî Hakan Hanoglu da û got:

“Nêrînên min û Arda Beg ên siyasî cuda ne lê heke hewl bidin ku wî ji Fenerbahçeyê îxrac bikin, ez û bi hezaran Kurd em dê ji Fenerbahçeyê îstifa bikin.

Divê ev gelekî baş were zanîn, ti saziya ku Kurd tê de nebin nikare xwe li ser pêyan bigire.”

Divê were gotin ku heta niha birêveberiya Fenerbahçeyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:51:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x