Lîstikvanê Kurd Aso Rostem li pêşiya Ronaldo ye

Futbolîstê Kurd Aso Rostem ku di tîma El Şorte ya Iraqê de dilîze, di rapirsiya lîstikvanê herî baş ê Rojavayê Asyayê de li pêşiya Cristiano Ronaldo ye.

03.03.2023, Cum - 12:57

Lîstikvanê Kurd Aso Rostem li pêşiya Ronaldo ye
Nuçe Belav bike

Federsayona Futbolê ya Asyayê(AFC) ji bo hilbijartina lîstikvanê herî baş ê meha Sibatê di Lîga Futbolê ya Rojavayê Asyayê de rapirsiyekê li dar dixe ku dê heta roja Yekşemê bidome.

Di rapirsya ku futbolîstên mîna Cristiano Ronaldo, Odion Ighalo, Kodjo Fo-Doh Laba, Mahdi Abduljabbar, Omar el-Somah jî hevrikiyê dikin, heta niha futbolîstê Kurd Aso Rostem daye pêş.

Aso Rostem ku di serê meha Sibatê de ji tîma El Salmiya ya Kuweytî transferî tîma El Şorte a Iraqî bû, li Iraqê bû futbolîstê herî biha yê Kurd.

Aso Rostem di 25emîn Kûpaya Welatên Kendavê ku li Besrayê hat lidarxistin de roleke wî ya girîng di şampiyoniya Iraqê de hebû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x