TFFê piştî lîstika Urfasporê cezayên giran dane Amedsporê

Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ragihand ku piştî lîstîka di navbera tîma Parêzgeha Rihayê, Şanliurfasporê û Amedsporê 74 hezar lîre cezayê pere û cezayê lîstikeke bê temaşevan bo tîma Amedsporê hatiye dayîn.

03.02.2023, Cum - 05:44

TFFê piştî lîstika Urfasporê cezayên giran dane Amedsporê
Nuçe Belav bike

Roja 29ê Çileya 2023an herdû tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Şanliurfaspor li parêzgeha Amedê hatibûn pêşberî hev û Amedsporê bi encama 1-0 Şanliurfaspor têk biribû û bibû yekema lîgê.

Piştê wê lîstikê roja Pêncşemê 2ê Çileya 2023an Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) bo Amedsporê 75 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn. Herwiha bo Amedsporê cezayê lîstikeke bê temaşevan a li lîstikgeha wê hatiye dayîn.

Piştî vî cezayî biryar e lîstika Amedspor û Nazîllî Belediyespor bê lîstikvanên Amedsporê bê lîstin.

Li aliyê din saziya navborî her wiha ragihand bo karmendê yaneya Şanliurfaspor Alî Kirmizi jî 3 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn.

30 hezar û 250 kesan li Stadyuma Amedê lîstika Amedsporê ya ligel Şanliurfasporê temaşekiribûn û Amedsporê bi vê jî rekora temaşevanan tomar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x