Wergêrê nû yê Ronaldo kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ye

Kurdekî ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê wergêriya futbolîstê navdar ê cîhanê Cristiano Ronaldo dike.

06.01.2023, Cum - 13:13

Wergêrê nû yê Ronaldo kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Cristiano Ronaldo peymaneke nû bi tîma Al Nassr a Siûdiyê re îmze kir, lîstikvan ji bo ceribandineke nû amade ye. Kurdekî li Al Nassr roleke mezin di gîhandina peyama Ronaldo ji bo berpirs û lîstikvanên klûbê de lîstiye.

Mehmûd Henan kurdekî xelkê gundê Cebliya yê ser bi nahyeya Raco ya Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1973an de ji dayik bûye, di warê werzişê de xwedî ezmûneke drû û dirêj e û pêwendiyeke wî ya bihêz bi futbola Erebistana Siûdiyê re heye.

Mehmûd Henan ê ji Rojavayê Kurdistanê bi zimanên Sirbî, Kirwatî, Îngilîzî, Boşnakî, Îspanyolî, Rûsî, Erebî û Kurdî dizane û hêviya her kesî ew e ku bi wî re kar bikin.

Mehmûd Henan ji Rûdawê re got, “Ez wek Kurdekî gelek serbilind im ku gotinên Cristiano Ronaldo li salona Al Nassr wergerînim û ji nêz ve stêrkê herî mezin ê cîhanê nas bikim.”

Mehmûd Henan di sala 1999an de beşdarî Al Nassr a Erebistana Siûdî bû, di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2002an de bi tîma neteweyî re xebitî, paşê vegeriya Al Nassr heta sala 2007an dema ku ew beşdarî Etihad Ceddah bû.

Mehmûd Henan xwedî dîrokeke dûr û dirêj e bi Al Nassr re û têkiliyeke wî ya xurt bi rahênerê Fransî Rudî Garcia û hemû lîstikvanan re heye, vê yekê wisa kiriye ku her kes jê hez bike û bi wî re bi aramî bixebite.

Wergêrê Kurd ê ji Efrînê di kariyera xwe de gelek tişt bi dest xistine, di nav wan de beşdariya Kûpaya Cîhanî ya Klûbên sala 2000 bi Al Nassr re, pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2002 û Kûpaya Kendavê ya 15 bi Erebistana Siûdî re, bi Etihad Ceddah beşdarî Kûpaya Cîhanî ya Klûban bûye û Lîga Şampiyonan a Asya ku Kûpaya Erebî bi dest xist. 3 caran bi Al Nassr re bûye şampiyonê lîga Siûdiyê û bi wê tîmê re kûpayên superên wî welatî bi dest xistiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x