Werzişvana Dêrsimî bû şampiyona cîhanê

Werzişvana Kurd a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Erîvan Barût di Kûpaya Cîhanê ya Kick Boksê de ku li Macaristanê hat lidarxistin bû şampiyon.

20.06.2023, Sal - 06:49

Werzişvana Dêrsimî bû şampiyona cîhanê
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Dêrsimê li ser şampiyoniya cîhanê ya Erîvan Barût daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya ku tê de wêneyên Êrîvanê Barût jî hene wiha dibêje “Şampiyona Cîhanê Erîvan Barût. Em Êrîvanê Barût a ku di Kûpaya Cîhanê ya Kick Boksê ya ku li Macaristanê hat lidarxistin de madalyaya zêrîn û kûpaya bi dest xist, ji dil pîroz dikin û jê re berdewamiya serkeftinan dixwazin.”

Erîvan Barût kî ye?

Erîvan Barût a 22 salî li Gundê Korkesê yê Dêrsima Bakurê ji dayik bûye û di sala 2016an de dest bi werzişê kiriye. Barût piştre beşdarî turnuvayan bû û di şaxên boks, kick boks û muaythayê de xelatan wergir.

Barût di tûrnûvayên muaythai û kick boksê de şampiyoniya Ewropa û Tirkiyeyê bi dest xist.

Erîvan Barût li Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê mamostehiya werzişê dixweyîne.

Erîvan Barût di Şampiyonaya Boksê ya Mezinên Ewropayê ya ku di sala 2022an da li Xirvatistanê hat lidarxistin da madalyaya zêrîn qezenc kiribû.

Bi Zazakiya xwe bûbû rojev

Erîvan Barût ji ber ku di bernameyeke werzişê ya TRT Kurdiyê de dema ku hewl dabû bi zaraveya Zazakî ya Kurdî biaxive gelek peyvên Tirkî bikar anîbû, li ser medyaya civakî bûbû rojev. Piştre soz dabû ku dê zimanê xwe yê zikmakî Zazakî hîn bibe.

Barût wiha gotibû “Ez difikirim rewşa ku em xistinê trajediya xelkekî ye. Û ji niha şûn ve di nav karê min de dê hînbûna zimanê min jî hebe. Ez tenê yek ji nifşên dawîn ên bajarekî çiyayî me. Yên wek min heta ji min xirabtir hejmara ciwanên ku ji zimanê me re bûne biyanî hewqas pir in ku ez nikarim rave bikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:17:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x