Werzişvanê Kurd Azad Hemze bû şampiyonê laşciwaniyê

Werzişvanê Kurd Azad Hemze di Şampiyoniya Laşciwaniyê ya Navneteweyî de bû şampiyon û Ala Kurdistanê bilind kir.

03.05.2023, Çar - 09:17

Werzişvanê Kurd Azad Hemze bû şampiyonê laşciwaniyê
Nuçe Belav bike

Di tûrnûvaya ku li Swêdê hat lidarxistin de Azad Hemze di kategoriya 100 kîloyî de madalyaya zêr bi dest xist û paşê jî di nav şampiyonan de pileya şampiyonê şampiyonan bi dest xist.

Zêdetirî 350 werzişvan ji çar aliyên cîhanê beşdarî Şampiyoniya Laşciwaniyê ya Navneteweyî bûn ku Azad Hemze bû şampiyonê şampiyonan.

Hemze ajansa Rûdawê re got: “Ez bi vê serkeftinê serbilind im, ji bo bidestxistina vê nasnavê min gelek xebat kiriye.”

Azad Hemze piştî wergirtina nasnavê “Şampiyonê Şampiyonan” Ala Kurdistanê hilda.

Biryar e îro Hemze li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîmekê were pêşwazîkirin.

Werzişvanê Kurd ê di sala 1989'an de ji dayik bûye, xwediyê gelek madalyayên herêmî û navneteweyî ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x