Amerîkayê ji bo YPGê firokeya Sûriyê xist

Koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li bajarokê El-Resafe yê Reqqayê balafireke leşkerî ya aîdî artêşa Sûriyeyê avêt.

19.06.2017, Pts - 06:11

Amerîkayê ji bo YPGê firokeya Sûriyê xist
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ajansa fermî ya nûçeyan a SANAya Sûriyeyê ku dispêre Wezareta Parastin a Sûriyeyê ragihand ku koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike balafireke leşkerî li rojavayê bajarê Reqqayê avêt.

Wezareta Parastin a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafira wan a leşkerî li taxa El- Resafê hatiye avêtin. Hêzên Sûriyeyê ji aliyê rojavayê Reqqayê şerê DAIŞê dikin û heta niha bajarokê El-Îsawî ji terorîstên DAIŞê kontrolkirine.

Koalîsyona navneteweyî jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan balafireke leşkerî ya bi modela Su-22 a artêşa Sûriyeyê avêtine. Li gorî daxuyaniya koalîyonê ji bo ku balafira Sûriyeyê li başûrê navçeya Tebqa yê Reqqayê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir bi balafirên amerîkî yên F/A18 Super Hornet li gorî seeta herêmî di 18.43an de hat avêtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x