Birêveberiya bakurê Sûriyeyê bersiva Esadî da: Şerekî nû ye

Birêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê bersiv da daxuyaniya Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî ya duh ku gotibû, "çi kesê bi dewleteke biyanî re bixebite ku gelekên van di jêr serweriya Amerîkayê de ne, xayînên welêt in" û ragihand ku ev daxuyanî "ragihandina şerekî nû ye û destnîşan dike ku rêkeftinek di navbera Hikûmeta Erdogan û Esadî de heye."

19.12.2017, Sal - 12:59

Birêveberiya bakurê Sûriyeyê bersiva Esadî da: Şerekî nû ye
Nuçe Belav bike

Heyeta Pêkîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê îro daxuyaniyek ji Spûtnîk Kurdistanê re şand û tê de bersiva Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî da ku duh gotibû, "Çi kesê bi dewleteke biyanî re bixebite ku gelekên van di jêr serweriya Amerîkayê de ne, xayînên welêt in."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji roja ku hatine damezirandin û heta niha jî, tekane hêza leşkerî ye ku li gorî viyana gelên Sûriyeyê tevgeriyaye û ji bo berjewndiyên wan xebitiye. Ew tekane hêz bû ku li gel cidahiyên wan ên neteweyî, olî û mezhebî jî, nirxên van gelan parastin."

Herwiha hat gotin ku HSDê nûnerîtiya daxwazên hemû pêkhate û nasnameyên li Sûriyeyê kir û wiha dewam kir: "(HSD) tekane hêz e ku namzet e bibe kakilê Artêşa Sûriyeya Siberojê, ji ber ku di nava xwe de hemû nasnameyan dihewîne û herwiha ji ber ku şiyana xwe ya leşkerî di hemû cengên kirine de îsbat kiriye û baweriya hemû gelên Sûriyeyê bi dest xistiye ku tekane hêz e ku bikare wan ji hemû êrîşan biparêze."

Di berdewamiyê de heyetê ragihand ku ev daxuyaniya Esadî "ragihandina şerî ye û herwiha lîstina bi agirî ye, ji ber nasanina HSDê wek xayin tê wateya armanckirina wan" û wiha dewam kir: "Ev jî tê wê wateyê ku Sûriye li ber şerekî nû ye û hemû civînên ku ji bo destpêkirina gotûbêjan tên kirin, tenê hewldana rejîmê ye ku demê qezenc bike."

Ji aliyê din ve, heyetê îdîa kir ku ev daxuyanî "destnîşan dike ku rêkeftineke nepen di navbera Hikûmeta Erdogan û Esadî de heye û rejîma Sûriyeyê amadekariya qeyraneke nû dike".

Daxuyaniya Birêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê wiha dewam kir: "Armanckirina HSDê tê wateya armanckirina hemû gelên bakurê Sûriyeyê û herwiha armanckirina yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Di heman demê de piştgiriyek e ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:21:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x