Firokeyên şer ên Rûsyayê başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Rûsyayê başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

17.10.2022, Pts - 11:59

Firokeyên şer ên Rûsyayê başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, sibeha îro Duşemê, firokeyên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Orim el-Coz, li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, firokeyên şer ên Rûsyayê çendîn êrîşên asmanî bo ser wê navçeyê kirine û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne lê heta niha tu hûrgilî nehatine belavkirin.

Roja Yekşemê jî, firokeyên Rûsyayê pêgehên Feyleqa 3 ya di navbera Izazê û gundê Kefer Cenê yê Efrînê de bombebaran kiribûn.

Li gor Cîgirê Rêveberê Navenda Hevahengiya Rûsî li Sûriyê, di wê êrîşê de 100 çekdarên opozisyona Sûriyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x