Generalê Sûrîyeyî: Hedefa me ya sereke Reqqa ye

Generalê Sûrîyeyê destnîşan kir ku hedefa ewil wê Reqa be û sedema wê jî wisa dîyar kir:"Artêşa Sûriyeyê wê li hember Reqayê opêrasyonê bide destpêkirin, ji ber ku ew nêzîkî wê herêmê ye ya ku hêzên leşekerî yên Sûriyeyê lê bi cih bûne. Bi wî awayî, pêwistî bi veguhestina teknîka leşkerî û hêzê ji bo riya dûr namîne".

11.11.2017, Cts - 11:54

Generalê Sûrîyeyî: Hedefa me ya sereke Reqqa ye
Nuçe Belav bike

Generalê Sûriyeyî Haysam Hassun di axaftina xwe ya ku li gel ajansa Sputnikê re pêkaniye de ragihand ku artêşa Sûriyeyê wê li hember komên terorîst yên ku li ser axa welêt mane şer bike û amaje li bijareyên pêşerojê kir:"Ya yekemîn – rizgarkirina herêma Reqayê ye, ku Amerîka bi destê QSD ê dagir kirîye. Bijareya duyemîn jî rizgarkirina parêzgeha Îdlibê ye".

Li gor nêrîna general, guhertinên ku demek berî niha li Îraqê pêk hatin wê bibin bingeha serkeftina opêrasyona Reqqayê. General Haysam Hassun axaftina xwe weha berdewam kir:"Êdî sînor û noxteyên kontrolê ji alîyê Bexdayê ve têne kontrolkirin û ew jî tê wê wateyê ku hêzên QSD'ê êdî nikarin bi hêsanî sînorê Sûriye û Îraqê derbaz bikin".

Aliyê din Parlamenterê Sûriyeyî Walîd El-Zuubî jî di heman mijarê ve têkildar wisa got:"Mimkun e ku qonaxa din ya operasyona li dijî terorîzmê li parêzgeha Îdlibê destpê bike. Her çiqas Îdlib qada kêmkirina rageşiyê ye jî, li wê herêmê her dem pevçûn derdikevin. Ji hêla din ve, ji ber ku parêzgeh nêzî sînorên Tirkiyeyê ye û Tirkan bêdestûr hêzên xwe li wir bi cih kirine, rewş hîn dijwartir bûye".

Li gor nêrîna parlementer, piştî Îdlibê, Sûriye di navbera çend mehan de wê bi temamî ji terorsîtan bête rizgarkirin. Valîd El- Zuubî her weha destnîşan kir ku hikumeta Sûrîyeyê dixwaze qeyrana li welêt bi rîyên siyasî ve bête çareserkirin û got:"Her gava ku artêşa Sûrîyeyê serkeftineke mezin li hember terorîstan bi dest dixe, konferanseke navneteweyî li ser rewşa Sûriyeyê tê lidarxistin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1804 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:59:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x