Herîrî: Cihê QSD'ê di pêşeroja Sûriyê de nîne!

Serokê Şanda Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî ragihand, ku QSD hêzeke ser bi PKK\'ê ye û di paşeroja Sûriyê de nayê qebûlkirin û got: “Ji Amerîka tê xwestin ku helwesta xwe ya li hember alîkarîkirina QSDê biguhere.”

28.11.2017, Sal - 06:37

Herîrî: Cihê QSD'ê di pêşeroja Sûriyê de nîne!
Nuçe Belav bike

Serokê Şanda Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî, li bajarê Cinêv a Swîsreyê di konfiraneseke rojnamevanî de bersiv da pirsên rojnamevanan û di derbarê daxuyaniyên nakok ên Amerîkayê yên li ser alîkariyên ji bo Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Herîrî got: “Di demên berê de, Amerîkayê digot ku di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ\'ê de ew piştgiriya milîsên QSD\'ê dike. Di vê demê de eger piştgiriya Amerîkayê ya ji QSDê re berdewam bibe, tê wateya hebûna acendeyên amerîkî li navçeyê. Niha ji Amerîkayê tê xwestin, ku helwesteke zelal diyar bike. Gelo Amerîka bi silametî û aramiya Sûriyê re ye, yan gelo ew hewla parastina navçeyê û berjewendiyên xwe dike?”

Her wiha li ser helwesta opozîsyonê ya li hemer QSD\'ê Herîrî da xuyakirin: “Em hemû dizanin QSD bi PKK\'ê ve girêdaye û PKK\'ê li gor gelek dewletan di Lîsteya Terorê de ye. Ev helwestên tarî divê werin zelalkirin. Li aliyekî din em dizanin ku koçberî û gunehên ku QSDê kirine, xizmete gelê Sûriyê û navçeyê nake.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Nesir Herîrî derbarê helwesta hikûmeta Sûriyê jî diyar kir, ku hikûmet dixwaze demê xwe derbas bike û naxwaze beşdarî danûstandinên Cinêvê bibe û got: “Eme li ser bingeha biryarên Cinêv 1 hatine vê derê ku têde bi eşkere behsa dûrkina Beşar Esed ji desthilatê û sazkirina hilbijartinan û herweha guhertina destûra Sûriyê tê kirin. Herweha divê were zanîn, ku veguheztina siyasî armanca me ye û bi veguheztineke dirûst, dadwer û rastîn wê gelê Sûriyê bikaribe destûra welatê xwe nû bike. Destûreke ku mafên wan biparêze karibin serokatiyeke nû ji Sûriyê re hilbijêrin, destûreke siberoja wan diyar bike binivîsin.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x