Hilbijartinên Parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, di demekê de têne birêvebirin, ku gelek alozî, krîz û astengiyên siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî û birêveberî ji nêzîkî 10 salan ve, li wî welatî berdem in û herwiha milmilanî û nakokiyên navbera Hikûmeta Şamê û gelek aliyên din ji rêxistin û pêkhateyên Sûriyê hene.
Îro hilbijartinên parlemantoya Sûriyê birêve diçin û deriyê bingehên dengdanê li pêşya dengderan hatin vekirin. Hilbijartinên parlamentoya Sûriyê, ku li Idlib, Efrîn, Bab, Serê Kaniyê û navçeyên di bin destê Rêveberiya Xweser de li xwe nagirin, birêve diçin û 2100 berbijêr pêşbirkeyê li ser 250 kursiyên parlamentoya Sûriyê dikin. Ev hilbijartin di demekê de têne kirin, ku zêdetirî nîvê xelkê Sûriyê koçber û penaber in.
Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Vîviyan Fetah ragihand ku îro 19ê Tîrmeha 2020an saet 07.00 deriyên binkeyên dengdanê bo welatiyan hatin vekirin.
Vivîyan Fetah diyar kir ku Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ew nahêle sindoq li navçeyên wê bêne danîn û beşdariyê jî di hilbijartinan de nakin û bangazî li xelkê herêmê jî kiriye ku neçin dengê xwe nedin.
Peyamnêra me da zanîn ku li çargoşeya ewlekariyê ya Qamişloyê sindoqên dengdanê hatine danîn, lê Kurd ti girîngiyeke bi hilbijartinê nadin ku ti caran li parlamentoya Sûriyê behsa mafê Kurdan nehate kirin.
Hilbijartinên Parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, di demekê de têne birêvebirin, ku gelek alozî, krîz û astengiyên siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî û birêveberî ji nêzîkî 10 salan ve, li wî welatî berdem in û herwiha milmilanî û nakokiyên navbera Hikûmeta Şamê û gelek aliyên din ji rêxistin û pêkhateyên Sûriyê hene.
Ji aliyekî ve, şerê di navbera hikûmetê û grûpên çekdar ên ser bi opozsiyona Sûriyê, ku bûye sedema wêranî, koçberbûn û penaberbûna milyonên welatiyan, ku bi nerîna hinek çavdêran, rewahiya van hilbijartinan têk dide.
Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku %30 ji xaka wî welatî li jêr destê wê ye, ragihandiye ku ew van hilbijarinan baykot dike û rê jî nade sindoqên dengdanê li navçeyên wê bêne danîn.
13eyê Nîsana 2020an ji bo encamdana hilbijartinên Parlementoya Sûriyê, hatibû destnîşankirin. Piştre hatin paşxistin heta 20ê Gulana borî. Lê careke din, dema wan hilbijartinan hate derengxistin heta 19yê vê meha Tîrmehê, ku wê hilbijartin bêne encamdan.
Ji bo van hilbijartinan 15 bazne, ku 7 hezar û 313 navendan li xwe digirin, hatine diyarkirin. 2 hezar û 100 kesî jî xwe berbijêr kiriye.
Lîsteya sereke bi navê “Bereya Niştimanî”, ku bi serokatiya Partiya Beis a desthilatdar e, 166 kandîdên Partiya Beis û 17 kandîdên partiyên hevpeymanên wê li xwe digire, ango ji tevaya 250 parlemanterî, wê 183 kursî ji pişka partiya desthilatdar be.
Bi wê yekê, tenê 67 parlementerên din ên derveyî lîsteya partiya desthilatdar dimînin, ku ew jî, li gorî çavdêran, ne ji opozisyona dijberî hikûmetê ne, lê belê ji alîgirên wê têne hejmartin. Di nav de jî, nêzîkî 25 kandîdên Kurd ên ne ser bi Tevgera Siyasî ya Kurdî û Rêveberiya Xweser xwe kandîd kiriye.
Her li gorî gotina aliyên siyasî yên, di van hilbijartinan de, ne beşdar in, yan jî ew baykot kiriye, ev yek tê wê wateyê, ku di hilbijartinên vê gerê de, rê li ber beşdarbûna nûnerên beşekî mezin ji pêkhateyên Sûrî hatiye girtin.
Ji aliyekî ve, hilbijartinên du parêzgehên mezin, ku ew jî Idlib û Reqayê ne, dê li parêzgeha Hemayê bêne birêvebirin. Herwiha navçeyên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê li jêr destê grûpên çekdar ên opozsiyonê ne, ku hilbijartin li wan deveran jî nayêne encamdan.
Li Cizîrê û Bakurê Sûriyê jî, Rêveberiya Xweser ragihandiye ku nahêle sindoq li navçeyên wê bêne danîn û beşdariyê jî di hilbijartinan de nakin. Bi berevajî vê yekê, sala 1990î, neh Kurdên ser bi Tevgera Siyasî ya Kurdî, di Parlementoya Sûriyê de, bûne endam.
Hilbijartinên Parlementoya Sûriyê, di demekê de têne encamdan, kubi sedema zehmetî û aloziyan, piraniya navçe û pêkhateyên wî welatî, nikarin beşdariyê tê de bikin.