HRW: Li wan navçeyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin binpêkirina mafên berdewam e

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov / Human Rights Watch (HRW) ragihand ku i wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, Tirkiye û komên Sûriyê binpêkirina mafên sivîlan û sînordarkirina azadiyên wan bê dadgehkirin berdewam dikin.

13.01.2023, Cum - 05:49

HRW: Li wan navçeyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin binpêkirina mafên berdewam e
Nuçe Belav bike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov rapora xwe ya salane derbarê rewşa mafê mirov li seranserê cîhanê bo sala 2022 belav kir.

Rêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov dibêje, ku di sala 2022ê de mafên mirovan li seranserê cîhanê di bin gefê de bûn.

Di beşê Sûriye yê vê raporê de hatiye ragihandin: "Li wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, Tirkiye û komên Sûriyê binpêkirina mafên sivîlan û sînordarkirina azadiyên wan bê dadgehkirin berdewam dikin, bêyî ku lêkolînê bi wan re bikin."

Di raporê de hatiye ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Gulana sala borî de gefa êrişeke din li ser navçeyên Rêveberiya Xweser xwaribû, piştî ku ji sala 2016an ve sê êrişên ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Di rapora HWR de hatiye ku, nêzîkî 66 hezar zilam, jin û zarokên ku guman tê kirin çekdarên berê yên DAIŞê ne yan endamên malbatên wan in li kampên di bin kontrola HSDê de ne.

Derbarê navçeyên Bakurê Rojavayê Sûriye de, di rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên de hatiye ku zêdetirî 4,1 milyon kes lê dijîn, dibêje xelkê sivîl yê navçeyê asê mane û çavkaniyên pêwîst nînin ji bo guhertina cihê xwe, nikarin sînorê Tirkiyê derbas bikin û ditirsin ku bikevin navçeyên di bin kontrola hikûmetê de.

Rapor destnîşan dike ku Heyeta Tehrîr el-Şam berdewam e li ser monopolkirina bazara sotemenî û xizmetguzariyên din, û herwiha desteserkirina samanên xelkê navçeyê.

Di heman demê de Çavdêriya Mafên Mirovan dibêje, li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Beşar Esed, hêzên hikûmeta Sûriyê û hevpeymaniya Rûsya "berdewam li ser reşkirin, wendakirin û muameleya xirab li gel xelkê li seranserê welat, di nav de zarok, nivîşkan, kal û pîr.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x