Human Rights Watch: Destûrê nû yê Sûriyeyê desthilata dadwerî biçûk kiriye

Rêkxistina Human Rights Watchê rexneyê li destûrê nû yê Sûriyeyê digire û wesa dibîne ku, desthilat xistiye bin kontirola desthilata bicihanînê û desthilata dadwerî jî biçûk kiriye.

27.03.2025, Per - 10:24

Human Rights Watch: Destûrê nû yê Sûriyeyê desthilata dadwerî biçûk kiriye
Nuçe Belav bike

Cîgirê Birêveberê Rojhilata Navîn li Rêkxistina Human Rights Watchê Adam Kogler ragehand, “Ji ber neamadebûna ewlehiyê û nebûna çavdêriyeke serbixwe û bêalî ji bo karûbarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ragehandina destûrê nû dibe sedema zêdetir zalbûn û hejmona desthilata bicihanînê li ser azadiyên bingehîn, xasma jî di vê demê de ku Sûriye di qonaxeke hestyar re derbaz dibe.”

Adam Kogler pêdivî jî dîtiye ku, desthilatdarên Sûriyeyê pêdaçûnê di destûrî de bikin ji bo ku desthilata dadwerî û danana qanûnê zêdetir serbixwe bin.

Navbirî herwesa got, “Divê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê bibe deriyek ji bo sîstemeke demokrasiyê û rêz li mafan bê girtin, ne ku bibe sedema çespandina sîstemeke desthilatdar û destdirêj.

Vî nûçeyê tevayî: 137 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x