Îbrahîm Kalin û Ehmed Şera li ser çekdanîna YPGê axivîn

Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê dike û bi berpirsên bilind ên wî welatî re li ser têkiliyên dualî, çekdanîna YPGê û çend mijarên din danûstandinan dike.

21.05.2025, Çar - 11:43

Îbrahîm Kalin û Ehmed Şera li ser çekdanîna YPGê axivîn
Nuçe Belav bike

Medyaya Tirkiyeyî doh (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) parve kir, “Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin serdana Sûriyeyê kir û bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Sûriyeyê Hisên Selame re civiya.

Çavkaniyên ewlehiyê ragehand ku, Kalin duhî (Duşem, 19.05.2025) serdana Sûriyeyê kir û bi berpirsên bilind ên Sûriyeyê re li ser çend mijarên girêdayî her du aliyan axivî.

Wan çavkaniyan eşkere jî kir, “Tevî behskirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, di wê hevdîtinê de herwesa tekez li ser yekparçeyiya ax, serwerî û tenahiya siyasî ya Sûriyeyê û piştevaniya Tirkiyeyê ji bo wî welatî hat kirin.”

Di wê civînê de herwesa behsa çekdanîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û têkilkirina wan di nav artêşa fermî ya Sûriyeyê de hat kirin. Hebûna kamp û zindanan ji bo çekdarên DAIŞê û malbatên wan jî mijareke din bû, ku gengeşe li ser hat kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê, çawaniya şerê li dijî DAIŞê û vegera bi dilxwazî ​​ya penaberên Sûriyeyê ji bo welatê wan jî hin mijarên din bûn ku di navbera her du aliyan de hatine gengeşekirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x