Yekîtiya Ewropayê: Me cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rakirin

Yekîtiya Ewropayê radigehîne ku, ew ji bo avakirina Sûriyeyeke nû alîkariya gelê Sûriyeyê dikin. Eşkere jî dike ku, wan cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rakirine.

21.05.2025, Çar - 11:40

Yekîtiya Ewropayê: Me cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rakirin
Nuçe Belav bike

Yekîtîya Ewropayê doh ragihand ku, di 14 salên borî de alîkarên gelê Sûriyeyê bûn û li ser wê alîkariyê berdewam jî dibin. Herwesa got, “Em ji bo Sûriyeyeke nû alîkariya wan dikin.”

Her zû piştî biryara Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bersiva biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê da û got, “Biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo rakirina cezayan dê ewlehî û tenahiyê li Sûriyeyê pêş bixe.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî herwesa ji ber rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir. Şeybanî amaje jî da, "Rakirina cezayên aborî yên Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyeyê derfeteke dîrokî ya nû ye."

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:25:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x