Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya merasîma îmzekirina du peymanên stratejîk ên di sektora enerjiyê de kir. Peyman di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya HHKê û herdu kompanyayên navdar ên Amerîkî, HKN Energy û Western Zagros de hatin morkirin.
Pêşwazî û nirxandina rolê Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Steve Lutes, di dema îmzekirina peymanan de, pêşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re kir û got: "Cihê kêfxweşiyê ye ku em bi xêrhatina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda li gel wî dikin bo Amerîkayê."
Lutes herwiha da zanîn ku Serokwezîr Barzanî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêztir û berfirehtir kirine û got: "Pêwendiyeke me ya gelek baş û bihêz bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re heye. Serkêşiya wî pêwendiyên bazirganî baştir kiriye." Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê destnîşan kir ku Serokwezîr Barzanî "roleke serkêşî ya baş û hekîmane lîstiye" û serdana wî ya berê ya bi şandeke bihêz bo Waşintonê jî weke gaveke girîng di bihêzkirina pêwendiyan de bi nav kir.
Steve Lutes tekez kir ku ev peymanên hatine îmzekirin "du peymanên bihêz ên enerjiyê ne ku hevkariya stratejîk a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de nîşan didin" û ragihand ku "nirxê giştî yê van herdu peymanan digihîje 110 milyar dolarî."
Daxuyaniyên Nûnerên Kompaniyan
Ross Perot Jr., xwediyê kompaniya Hillwood (ku HKN Energy beşek jê ye), piştî îmzekirinê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Cihê şanaziyê ye ku ezmûna me ya 18 salan bi Herêma Kurdistanê re heye."
Herwiha diyar kir ku ew şanaz in kar û bazirganiya xwe li Herêma Kurdistanê pêş bixin û berfirehtir bikin û hêvî kir ku ev peyman ji bo kompaniya wan û Herêma Kurdistanê bibe destpêka paşerojeke baştir.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê kompaniya Western Zagros, Eric Stoerr, jî ev peyman wek "şerefeeke mezin" bi nav kir û got ku ev derfetek e ji bo bihêzkirin û berfirehkirina hevkariya wan.
Stoerr da zanîn ku "ev peyman di bin serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, dê rê bide me ku em karên xwe zêdetir pêş bixin û berfirehtir bikin." Wî destnîşan kir ku ew ji sala 2007'an ve li Herêma Kurdistanê kar dikin û bi ezmûna xwe ya demdirêj li herêmê serbilind in. Stoerr herwiha pêşbînî kir ku "pêşxistina sektora enerjî û gazê li Herêma Kurdistanê dê bibe modelek Amerîkî di warê enerjiyê de."
Ev peyman weke gaveke girîng ji bo pêşxistina sektora enerjiyê û bihêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê tên dîtin û herwiha pêwendiyên stratejîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de xurttir dikin.