Karwaneke barhilgiran li ser sînorê Iraq-Sûriyê hat bombebarankirin

Karwaneke barhilgiran ku tê gotin tankerên petrolê bûne, doh danê şevê demjimêr 12:00an li ser sînorê Iraq-Sûriyê hat bombebarankirin. Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

09.11.2022, Çar - 14:25

Karwaneke barhilgiran li ser sînorê Iraq-Sûriyê hat bombebarankirin
Nuçe Belav bike

Li gor zaniyariyan, dema ew karwana barhilgiran bi rêya deriyê el-Qaim ê Iraqê derbasî nav axa Sûriyê dibe yekser tê armanckirin.

Heta niha hikûmeta Iraqê behsa vê bûyerê nekiriye û ti daxuyanî nedaye, lê medyaya komên nêzîkî Heşda Şeibî belav kirine ku 20 barhilgir hatine teqandin û 25 kes jî hatine kuştin.

Li gor medyayên nêzîkî Heşda Şeibî, ew barhilgir ên Îranê bûne û ji Iraq û Sûriyêve gaz dibirin Libnanê.

Hin çavkaniyên ewlehiyê dibêjin ku barhilgir ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine armanckirin, lê hevpeymaniyê ti daxuyanî nedaye.

Endamê Hevpeymaniya Enbara Yekgirtî Ebdullah Cixêxî îro Çarşembê 9ê Mijdara 2022an ji Rûdawê re ragihand, ew karwana duh şev hatiye bombebarankirin, tankerên petrolê bûne ku petrola qaçax vediguhestin û di êrîşê de 25 kes hatine kuştin.

Ebdullah Cixêxî got, “piştî ku ew karwana tankeran ji deriyê sînorî el-Qaim ve derbasî nav Sûriyê bûn û nêzîkî 25 kîlometran ji sînor dûr ketin, firokeyên hevpeymanan karwaneke tankerên petrolê bombebaran kirin ku petrola qaçax dibirin Sûriyê.”

Cixêxî ku hevdem yek ji serkirdeyên Heşda Eşîran li qezaya Hedîse ye, diyar kir, “Bi şevan berdewam bi tankeran petrol ji Iraqê ve bo Sûriyê û Libnanê tê şandin. Hejmara dirist a wan tankeran nayê zanîn, lê belê renge hejmara wan di navbera 15 ta 20an de be.”

Endamê Hevpeymaniya Enbara Yekgirtî da xuyakirin, bi awayekî sîstematîk petrol ji deriyê sînorî yê el-Qaimê ve tê qaçaxkirin, tevî ku em dibihîsin ku petrolê bi qaçaxî li Besra û navçeyên din jî dibin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x