KENY belgeyên Erdogan, Pûtîn û Rûhanî weşand

Daxuyaniya hevpar ya derbarê Sûriyê de ku serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê dabûn, di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de wekî belgeyeke fermî hat weşandin.

25.11.2017, Cts - 08:42

KENY belgeyên Erdogan, Pûtîn û Rûhanî weşand
Nuçe Belav bike

Nûnerê Îtalyaya serokê vê demê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Sebastiano Cardi, doh nameyek nivîsî û tê de diyar kir ku: serlêdana ku nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê kirine hatiye qebûl kirin û daxuayniya ku qala wê tê kirin dê wekî ‘belgeya fermî ya Konseya Ewlehiyê' dê were weşandin.

Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûxanî piştî lûtkeya sê alî ku li Soçiyê birêve çûbû, di daxuyaniya hevpar ya ku qebul kiribûn de bang kiribûn ku pêvajoya kêmkirina rakêşiyan bila berdewam be û hevkariya li dijterorê dê berdewam bike û piştgirî dabûne diyaloga Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1854 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x