Hêzên Rûsya yên li Sûriyê, êrîşên xwe li dijî grûpên çekdar yên başûrê Idlibê berdewam dikin. Herî dawî kargeheke keviran û malek li navçeya Ermenaz li Deşta Roj li bakurê rojavayê Idlibê ji aliyê firokeyên Rûsî ve hatine armanckirin û di encamê de 7 kesan jiyan xwe ji dest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Kumsipî Mihemed Nesredîn got Firokeyên şer ên Rûsyayê bi rêya 3ê êrîşan kargeheke şayikkirina keviran û malek di navbera Hefsercê û Quneytre de kirin armanc, me heta niha 6 birîndar rakirine, 2 zarok di nav wan de ne, berê jî 4 kes şehîd bibûn, tîmên ew biribûn, herwiha firokeysan çend cih li navçeyê kirin aramnc.”
Li gor Kumsipiyan, ji destpêka îsal 2022ê û heta niha, firokeyên şer ên Rûsyayê, hêzên hikûmetê û mîlîşiyayên wan zêdeyî 400 êrîş li parêzgeha Idlibê kirine, di encam de nêzîka 90 sivîlan di nav wan de 27 zarok û 11 jin hene, canê xwe ji dest dane, hevdem nêzîka 200 sivîl jî birîndar bûn.
Dîdevan Mihemed Mihemed dibêje “Dema em gehiştin vir, me zilam û xurtekî kuştî dîtin, me ew birin. Firoke li ser me bûn, lewra em reviyan, bordûman berdewam bû, em di nav duxan û tozê de man, hawar hebû. Piştre me birîndar rakirin berî kumsipî bigihên, Kumsipî dûrî me bûn, nikarîbûn derbas bibin, lewra xelkê gund hewil dan birîndaran derxînin, me ji ber firokeyan nikarîbû.”
Piştî firokeyên şer ên Rûsyayê asmanê navçeya Deşta Roj bicîh hiştin, Kumsipiyan term û birîndar ji bin kavilan derxistin. Amarê dawî 7 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kesên din birîndar bûne.
Piraniya parêzgeha Idlibê di bin kontrola Desteya Tehrîr el-Şam de ye. Li gor Neteweyên Yekbûyî ji sedî 90ê xelkê parêzgeha Idlibê di bin hêla hejariyê de dijîn, ji 4 milyonên ku li parêzgehê dimînin, nêzîka 2 milyon û 500 hezar kes li ser alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dijîn.