Li Îdlibê leşkerekî Tirkiyeyê mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê leşkerekî wan miriye.

23.03.2024, Cts - 22:38

Li Îdlibê leşkerekî Tirkiyeyê mir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev leşker di qezayeke trafîkê de miriye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerî Abdulkadîr Akinci ye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku ew leşker li nexweşxaneyê tedawî dibû lê ji mirinê nefilitiye.

Tirkiyeyê 27ê Sibata 2020î bi piştgiriya grûpa bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrişî Îdlibê kir û hêzên xwe li wê derê bi cih kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x