Hat ragihandin ku îro berê sibehê li navenda bajarê Reqqayê teqînek pêk hat, li gor daneyên destpêkê di teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên herêmî, îro berê sibehê dema tîmen Meclisa Sivîl a Reqqayê li kolana Til Ebyad a nêzî çerxerêya Saa li navenda Reqqayê xebatên rakirina bermahiyan dikirin wesayîta bombekirî ku ji bermahiyên DAIŞê mabû teqiya.
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî de 2 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlehî cihê bûyerê dorpêç kirin û birîndar bi ambulansan sewkî nexweşxaneyê kirin.