Nûnerê Neteweyên Yekbûyî: Sûriye bi ser çend beşan de dabeş bûye

Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyê de civiya.

27.01.2023, Cum - 07:40

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî: Sûriye bi ser çend beşan de dabeş bûye
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyê de civiya. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got, aliyên Sûrî derbarê pêşeroja welatê xwe de dabeş bûne. Ligel hewldanên wan yên baş jî, lê ti pêşveçûneke berçav ji bo bidestxistina nerîneke siyasî ya hevbeş bi rêya proseyeke siyasî tune ye.

Baregehê Neteweyên Yekbûyî ye li New Yorka Amerîkayê. Civîna Encûmena Asayîşê ye derbarê rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyê de. Civaka navdewletî li wê yekê mikur tê ku niha Sûriye dabeş bûye.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Sûriyê Geir Pedersen anî ziman, “Sûriyeyî derbarê siberoja xwe de bi kûrî dabeş bûne. Ligel hewldanên me yên herî baş ti pêşveçûneke berçav bo bidestxistina nerîneke siyasî ya hevbeş bi rêya proseyeke siyasî ya rasteqîn nîne. Gelek ji pirsên wî welatî bo çendîn sal ne di destê Sûriyeyina de bûne. Welat bi awayekî giştî û bi kûrî bi ser çend beşan de dabeş bûye, ku pênc hêzên biyanî û çendîn grûpên çekdar ên Sûrî têde ne.”

Krîza Sûriyê ku ketiye sala 12emîn, li gor amarên herî nû yên Neteweyên Yekbûyî, pêdiviya zêdeyî 15 milyon Sûriyeyî bi hevkariyê heye, ku dike ji sedî 70ê niştecihên wî welatî. Ji ber wê krîzê, 6 milyon û 900 hezar kes koçber bûne û 5 milyon û 600 hezar Sûriyeyiyên din jî çûne derveyî welat.

Nûnerê Hikûmeta Sûriyê radigihîne ku ti guhertinek di rewşa Sûriyê de çênabe heta cezayên li ser neyên rakirin.

Balyozê Sûriyê Li Neteweyên Yekbûyî Besam Sebah got, “Rakirina bilez û bê merc a hemû rêkarên aborî û cezayên ser gelê Sûriyê pêwîst e. Herwiha hewldana baştirkirina rewşa mirovê ya Sûriyeyiyan bê ti binpêkirinekê.”

Rêxsitina Netweyên Yekbûyî dibêje, heta niha asoya bidawîbûna krîza Sûriyê ne xuya ye. Li gor amarên dawî yên wê rêxistinê jî, rewşa aborî ya wî welatî li ber keviya hilweşînê ye, ku ji sedî 90 niştecihên Sûriyê di jêr hêla hejariyê de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x