QSD, beşdarî Artêşa Sûriyê dibe!

Serokê Desteya Parastinê di Rêveberiya Xweser Rêzan Gulo dide zanîn, ESD ji bo Sûriyê bi giştî kar dike, lê tevlîbûna QSD bo artêşa Sûrîyê girêdayî bi destûra bê ya Sûriyê ve girêdayî ye.

27.11.2017, Pts - 08:19

QSD, beşdarî Artêşa Sûriyê dibe!
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo got: “Destûra Sûriyê ya pêşerojê, ya ku xizmeta tevahiya civaka Sûriyê bike û Sûryayeke federalî qebûl bike, ji bo me ti pirsgirêk nîn e hêza me ya leşkerî tevlî proseya niştimanî ya Sûriyê bibe. Herwiha sîwana ku destûr ji bo hêzên leşkerî qebûl bike, em ê jî wê qebûl bikin.”

Her wiha Şirovekarê siyasî Ferîd Sedon dibêje, ta niha biryarek navnetewî bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tune ye, lê dema ku çareseriyek li Sûrîyê çê bibe û QSD tevlî artêşa Sûriyê nebe, QSD dê nemîne. Herwiha tevlîbûna QSDê bo artêşa Sûrîyê dê bi erêkirina Amerîka be.

Di berdevama daxuyaniya xwe de Ferîd Sadon dibêje; “QSD yek ji wan hêzên ku di hundirê Sûriyê de şer dike ye. Çareseriya wan dê, yan çekên xwe danin û radestî dewletê bikin, yan jî dê tevlî artêşa dewleta yak u ji nû ve bê avakirin bibin, zêdetirî van her du bijardeyan li pêş hêzên leşkerî tune ye, ji ber ew berê xwe didin ku tevlî artêşa dewletê ya nû bibin.”

Di dema ku hêzên leşkerî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve dibêjin, ku hin merc hene ta ku ew tevlî artêşa Sûriyê bibin, çavdêr dibêjin ku piştî çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ti hêzên leşkerî li hendûrê Sûriyê ji bilî artêşa Sûrîyê dê nemînin, nemaze ku ji heyama 7 salan ve bi dehan tevger, grûp û hêzên leşkerî li Sûriyê hatine damezrandin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 2134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:17:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x