QSD kete nava bajarê Tebqayê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) vê sibehê ketin nava bajarê Tebqaya ku li bakurê Sûriyeyê dikeve. Li zanyariyan di navbera hêzên QSD û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûnen dijwar diqewimin.

15.04.2017, Cts - 10:41

QSD kete nava bajarê Tebqayê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Odeya Çalakî ya Xezeba Firatê Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqa wê kontrola bajarê Reqqayê hêsantir bike." Şervanên QSDê îro berê sibehê bi piştgiriya balafirên koalisyona hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike ketin nava bajarê Tebqayê.

Li gorî zanyariyên berdest, piştî çekdarên QSDê vê sibehê ketin nava bajarê Tebqayê, di navbera şervanên QSD û terorîstên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û heta niha 14 milîtanên terorîst hatine kuştin û 3 şervan jî birîndar bûne.

Berdevkê Odeya Çalakî ya Xezeba Firatê Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe de got: "Ji bo ku Tebqa ji DAIŞê re cihekî pir stratejîk e pir li ber xwe dide. Tebqa rizgar bibe dê kontrolkirina Reqqayê hêsan bibe. Herwiha bi rizgarkirina Tebkayê dê Bendava Tebqayê jî azad bibe. Tebqa ji bo DAIŞê xeta parastin û êrişê ye. DAIŞ ji Tebqayê êrişên xwekujî û yên bi wesayît pêk tîne. Herî zêde terorîstên biyanî yên nava DAIŞê van êrişên xwekujî pêk tînin."

Hikmet Durgun / Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1689 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x