Îsraîlê dîsa êrişî Şamê kir

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê êrişî çend xalên li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê kiriye.

02.02.2024, Cum - 12:12

Îsraîlê dîsa êrişî Şamê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişa Îsraîlê de şêwirmendekî Supaya pasdaran a Îranê jî di nav de 3 kes hatin kuştin.

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîlê vê sibehê saet 04:20an çend mûşek ji Girên Colanê avêtine herêma Seyîd Zeynebê ya başûrê Şamê.

Herwiha artêşa Sûriyeyê da zanîn ku wan jî bi sîstemên parastina esmanî bersiv daye û gelek mûşekên Îsraîlê hatine.

Li gorî artêşa Sûriyeyê ti ziyanên canî çênebûne tenê ziyanên madî çêbûne.

Li herêma Seyîd Zeynebê ya Şamê baregehên grûpên ser bi Îranê ve hene û gelek caran bûye armanca êrişên Îsraîlê.

Li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2024an ve Îsraîlê 8 caran êrişî Sûriyeyê kiriye.

Di encama wan êrişan, 5 pasdarên Îranê, 4 çekdarên Hizbulahê, 12 çekdarên ser bi Îranê ve û sivîlek hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x