Yekem karwanê alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî derbasî Sûriyê bû

Di çarçoveya alîkariyên bi Sûriyê re Neteweyên Yekbûyî yekem karwana alîkariyan piştî erdhejê di deriyê Bab El-Hewa re derbasî Sûriyê kir. NY dibêje sedema derengketina şandina alîkariyan têkçûna rêyan e.

10.02.2023, Cum - 07:21

Yekem karwanê alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî derbasî Sûriyê bû
Nuçe Belav bike

Seroka Ofisa NY ji bo Karubarên Mirovî Sanjana Quazi got ku ew hewl didin bi hemû awayan alîkariyan bigihînin Sûriyê. Di nava alîkariyan çadir, cilûberg, xwarin û alavên xwegermkirinê hene.

Rêveberê Derîyê Bab El-Hewa Mazên Eloş ragihand ku karwanê alîkariyên NY ji 6 barhilgiran pêk dihat û ji alavên paqijkirinê û betaniyan û hin tiştên din pêk dihat.

Yekem karwanê alîkariyên mirovî ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve di derîyê Bab el-Hewa re piştî erdhejê gihîşt Sûriyê.

Alîkarî piştî 3 rojan ji erdhejê gihiştin. Neteweyên Ykbûyî dibêje sedema paşketinê jî têkçona rêyan bû jiber erdhejê.

Seroka Ofisa NY jibo Karubarên Mirovî Sanjana Quazi anî ziman, “Em hewl didin bi hemû awayan xwe bigihînin Sûriyê û bi taybetî jî bakurê rojavayê Sûriyê. Em ê alîkariyên xwe yên li ser sînor zêde bikin, ji ber ku îro tenê destpêka wê ye. Ji xwe li bakurê rojavayê Sûriyeyê tiştên me yên pêşwext hene û niha em hemû alîkariyan distînin.”

Çadir, cilûberg, xwarin, alavên xwe gerimkirinê û pêdvîyên din di nava kamyonan de hene. Neteweyên Yekbûyî jî dibêje wê alikarî di rojên bê de berdewam bikin.

Rêveberê Derîyê Bab el-Hewa Mazen Alloush anî ziman, “Karwan ji şeş barhilgirên barkirî bi alavên paqijiyê, betanî û tiştên din pêk tê, dê radestî yek ji rêxistinên kû ligel Neteweyên Yekbûyî kar dike bên kirin, ji bo radestî gelê me yê hewcedar li navçeyên rizgarkirî bê kirin.”

Roja 9ê meha Çile Encûmena Asayşa Navdewletî biryar da ku derîyê Bab el-Hewa li Idlib ê jibo 6 mehên din vekirî bimîne.

Niha tê xwestin deriyên Bab el-Selame û Ra'î ku li Helebê di bin destê girûpên çekdar de ne bên vekirin jibo ku alîkarîyên mirovî tê re derbas bibin.

Li Cindêrês a Rojavayê Kurdistanê xebatên rizgarkirnê berdewam in, ew ên hatine rizgarkirin jî di sermayeke tund de çareseriyan werdigirin.

Kesekî ku rizgar bûye got, “Erdhej çêbû û dema ku em ji avahiyê derketin dîwar bi ser me da hatin xwarê û me bi zehmetî xwe rizgar kir. Xelkê dest bi revê kirin heta ku em gihîştin bîstanekî. Ji demjimêr 04ê heta 9ê em di bin baranê de bûn. Niha em li kampê ne.”

Ev kampa derbideran dubarebûna dîmenên koçberiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tînin ziman û xelk di çadiran de li benda alîkariyan in.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x